Sadullah Ergin: Her dema hikûmet behsa reforman dike karesat zêde dibin

01-01-2021
RÛDAW
Nîşan Sadullah Ergin DEVA Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Partiya DEVA derbarê plana hikûmetê ya pêkanîna reforman got, “Bila reforman nekin, bila tenê dadê bi wijdan, qanûn, destûra bingehîn, têgihiştina xwe ya qanûnî bi tenê bihêlin baştir e.”

Sadullah Ergin, Alîkarê Serokê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA), derbarê xebatên partiya xwe, plana reforman a hikûmetê û dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê ji Rûdawê re axivî.

Sadullah Ergîn behsa xebatên partiya xwe kir û got, “Ez performansa ku di van şert û mercan de hatiye pêkanîn teqdîr dikim. Bi rastî jî serkeftineke mezin e. Piştî kongreyê, parêzgeh û navçeyên ku kongre lê nehatine kirin dê kongre bên kirin. Eger bibe nesîb di dawiya Hezîrana 2021an de Partiya DEVA dê ji bo hilbijartinan amade be.”

Ergîn derbarê pêşhatên siyasî û rewşa giştî ya Tirkiyê de jî dibêje, niha li Tirkiyê demokrasî vegeriyaye rewşeke otorîter û paş de çûye û amaje bi wê yekê kir, proseyek berdewam e ku dewlet ji azadiyan û hiqûqe dûrdikeve.

Derbarê nexşerêya Partiya DEVA jî Ergîn got ku divê ew ziman û şêwazekî siyasetê serdest bikin ku her kesî li xwe bigire û ew dê şêwazekî siyasetê pêk bînin ku 84 milyon hemwelatî hest bi xweşiyê bikin û got jî, “Dibe em ne li gel boçûna wan bin lê divê em rêz li mafê gotinê yê xelkê bînin.”

Wezîrê Dadê yê berê yê Tirkiyê derbarê daxuyaniyên berpirsên hikûmetê yên pêkanîna reforman di warê dadê de, dibêje, “Her dema behsa reforman dikin, karesat mezin dibin, azadî tên sînordarkirin û kiryarên nehiqûqî zêde dibin. Tika ye bila reforman nekin, tenê bila dadê bi wijdan, qanûn, destûra bingehîn, têgihiştina xwe ya qanûnî bi tenê bihêlin baştir e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst