Alî Babacan bi Kurdî sala nû pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVA bi boneya sala nû peyamek bi Kurdî jî belav kir û got, “Saleke bi sihet û şadî ji we re dixwazim.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Alî Babacan sala nû bi 5 zimanan pîroz kir ku yek ji wan Kurdî bû.

Alî Babacan bi boneya sersalê bi zimanên Tirkî, Kurdî, Îngilîzî, Fransî û Erebî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Alî Babacan di peyama xwe ya bi Kurdî de got, “Saleke bi sihet û şadî ji we re dixwazim.”