Komîsyona Rewşa Awarte 99140 serlêdan red kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Lêkolînê ya Karûbarên Rewşa Awarte li Tirkiyê, ji 126 hezar û 630 serlêdanan 99 hezar û 140 red kirin û 13 hezar û 170 jî qebûl kirine.

Komîsyona Lêkolînê ya Karûbarên Rewşa Awarte li Tirkiyê derbarê biryarên heta îro dane de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Lêkolînê ya Karûbarên Rewşa Awarte, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi biryarên  di hukmê qanûn (KHK) de 125 hezar û 678 kes ji karê xwe hatin dûrxistin û 2 hezar û 761 saz û dezgeh jî hatine girtin.

Komîsyona Lêkolînê ya Karûbarên Rewşa Awarte diyar dike ku di heyama 3 salan de derbarê nêzîkî ji sedî 89 dosyayên serlêdanan de biryara xwe daye û herwiha ji bo 3 hezar 520 dosyayan pêş lêkolînê daye.

Komîsyona herwiha da zanîn ku   ji 126 hezar û 630 serlêdanan 99 hezar û 140 red kirin û 13 hezar û 170 jî qebûl kirine.