Ji bo sersalê herî zêde Rûs çûne Stenbolê

31-12-2017
Emîn Aba
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bajarê Stenbolê, sala nû ya 2018, bi heman çoşên wek salên borî pêşwazî nake. Ji ber rewşa aramnebûnê û di çarçevoya tedbîrên ewlekariyê de li gellek meydan û şeqamên navendî aheng hatine qedexe kirin.

 

Geştiyarên ku îsal serdana Tirkiyê kirine li gor sala par ji sedî 28 zêde bûye. îsal herî zêde geştiyarên Rusî berê xwe dane Tirkiyê. Tevî hemî qedexekirinên ahengan jî li gellek kolan, navend û qadan bi şewq û çirayan bajêr hatine xemilandin.


Tura keştiyê, di deryaya Marmara ya nûwaze de yek ji çalakiyên Bişar û hevalên xwe bû ku cara ewilî  li Stenbolê ezmûn kirin. Bişar, ji bajarê Duhoka Başurê Kurdistanê hatiye Stenbolê.


Bişar Necmeddin Selim ji Rûdawê re wiha got: “Wele Stenbol cîhekî gellek xweş e û xelk hemû rûyê xwe zivirandiya bo Stenbolê."


Dema em berê xwe bidin vê keştiyê tenê jî dibînin ku ji hemû cîhanê geştiyar berê xwe dane Stenbolê ji bo beşdarî kirinên ahenggirtinên sersalê. Hejmara geştiyarên tên Tirkiye  îsal ji sedî 28 zêde kirine li gor par.


Sekreterê Giştî yê Yekitiya Acentayên geştiyariyên Tirkiyê (TURSAB) Çetîn Gurcun jî got: “Di sala 2016an de 24 milyon û 50 hezar geştiyar serdana Tirkiyê kiribûn. Îsal ev hejmar 6 milyon û 650 hezar zêde bûye û gihişte 30 milyon û 706 hezaran. Rewşa otêlan jî baş bûye û ji sedî 70-80 tijîne. Bi taybet geştiyarên Rusî herikîne nava Tirkiyê. Hejmara wan ji 822 hezarî  gihiştiye  4 milyon û 450 hezarî."


li gor rêzê Rusya, Almanya, Îran, Gurcistan û Bulgaristan. Pênç  welatên ku herî zê de serdana Tirkiyê dikin. Iraq û Kurdistan bi jimareya 832 hezarî di rêza heştan de ye. Lê hejmarên geştiyaran, hêj negihêştiye asta sala 2015an. Geştiyarên Almanî hersal di asta yekem de bûn bo hatina Tirkiyê, lê îsal cara yekem e ku rêza xwe ya yekemî xiste destê  Rusan. Ewropayî êdî bi çavên berê li Tirkiyê nanêrin.  


Hin kes jî hene nîgeranin. Ji ber ku hêj jî ew êrişa DAIŞê ya di sersala çû de li hember klubeka Stenbolê, ku bi kuştina dehan kesî encam dabû ji bîr nekirine.


Welatiyê bi navê Îslam Ucut jî wiha axivî: “Ez jî dixwazim li Teqsîmê  pêşwaziya sersalê bikim lê mixabin...Em nîgeran in bi rastî. Mirov dixwaze li welatê xwe di aramî de bijî. Li her deverek qelebalix polîs nuxteyan daniye û nasnameyan dipirse. "


Tevî ev hemî astengiyan jî gellek cihên Stenbolê bi çira û roniya hatine xemilandin. Ev jî wê nîşan dide ku hîç tiştek nikare aheng û xweşiyê li vî bajarî bi temamî bide qedandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst