Gelek kesan hêviyên xwe bi piyangoyan ve girê dane

31-12-2016
Mustafa Bayar
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sala Nû Sersal Piyango
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) –  Beşek welatiyên tiştên hêvî dikin bi dest nexistine ji bo hêviyên xwe bicî bînin biletê piyangoyê yê sersalê dikirrin.. 

 

Yek ji hêviyên sala 2017an jî piyango ye.


Li Stenbolê welatî li ber piyangofiroşan dikevin dorê û bilêtan dikirrin. Gelo bilêt ji wan derkeve ew ê çi bikin.


Li Stenbolê welatiyan bersiv dan pirsên Rûdawê.


Egit Ebuzayitoglu: “Heta derket, wê demê ezê bifikirim. Ezê hemî bixwim. Ez tu kesî nas nakim. Ez alîkariyê ji bo tu derê nakim. Lê ji bo Şirnaxê alîkariyeke xurt ezê bikim.”


Necatî Ensarî: “Heger derkeve ezê ji xwe re xaniyekî û ji te re jî wesayîtekê bikirim... Soz.. Ezê ji kameranê te re jî xanî bistînim ew jî guneh e.”


Yildirim Ornek: “Ezê zahf biger im. Ez gelekî ji gerê hez dikim. Biçim tatîlê. Ez gelekî ji gerê hez dikim.”


Metin Kanisicak: “Ezê ji bo paşeroja zarokên xwe xerç bikim. Taliya mayî jî ez ê bixwim. Ji bilî wê tiştekî nakim.”


Abdulhekim Elaldi: “Neviyê min nexweş e, heger ji min derkeve ez ê wî tedawî bikim. Bi izn û quweta xwedê, ji pê ve tiştekî em bikin tuneye.”


Hakan Unlu: “Ezê iş bikim û bêjim me kezenç kir bila her kes fêdê jê bigire. Ji xwe piştî kar, her tiştekî din tê....Ezê xanî û wesayîtê bikirim û li xwendina zarokan xerç bikim.Tiştekî din ku em bikin tuneye.”


Ramazan Dede: “Min ev ji bo pismamê xwe keriye, ez ê ji wî re bişînim Antalya. Ji bo min hewce nake, bavê min nexweş e, heger derkeve bila ew derkeve bes e.”


M.Emin Tokman: “Ev 10 sal in ez li vê derê dixebitim. Lê bilêtan nastînim. Gelek dor çê dibim, di şilî û şepilêyê de hemû dikevin dorê. Lewra ez nakirim. Hewce jî nake, çima ez xwe bi bilêtekê girê bidim. Ez dixebitim çêtir e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst