Çalakiyên Dayikên Şemiyê vê cara bêyî Dayika Fatma birêve çû

31-12-2016
Mustafa Bayar
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê careke din li pêşiya Lîseya Galatasaray kombûn. Parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu û Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî piştgirî dane çalakiya dayikan.


Dayikên Şemiyê 21 sal in, her hefte roja şemiyê li ber Lîseya Galatasayar kom dibin ku xizmên wan hatine wendakirin di salên 1990î de. Daxwaza wan ya sereke ew e ku dewlet wan kesên ku xizmên wan revandiye û wendakiriye derxîne holê û herwiha bigihêjin hestiyên, zarok û bav û birayên xwe.


Di çalakiya vê hefteyê de, beyî Dayika Fatma ango Fatma Morsumbul birêve çû ku ew yek ji pêşengên dayikên Şemiyê bû.


Dayika Fatma dixwest bigihêje hestiyê kurê xwe û paşê çavê xwe bigire. Lê belê beriya hefteyekê jiyana xwe ji dest da û negihişt mirada xwe.


Di çalakiya dayikan de, parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu û parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu jî beşdar bûn û bal kişandin ser têkoşîna dayika Fatma. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst