Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin

31-12-2016
RÛDAW
Nîşan Enstitûya Kurdî ya Stenbolê Polîs Samî Tan
A+ A-

Navenda Nûçeyan Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, polîsan duh bi şev deriyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê girt û karên vê saziyê da sekinandin.

 

Di çarçoveya “Rewşa Awarte” de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê girt. Serokê Enstituya Kurdî yê Stenbolê Sami Tan ji beşa kurdî ya ajansa Sputnika rûsî re ragihand, ku bêyî agahiya wan polîsan bişev keya birine û deriyê enstîtuyê mohr kirine.

 

Tan da zanîn ku li ser mohrê jî nivîsandine, “Di çerçoveya Rewşa Awerte de hatiye girtin.”

 

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18'ê Nîsana 1992'yan li Stenbolê hate damezirandin. Armanca damezirandina enstîtuyê ew bû, ku bi awayekî zanistî li ser dîrok, çand, huner, ziman û nasnameya kurdan kar bike.

 

Koma damezirandina Enstîtûta Kurdî ya Stenbolê ji Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmail Beşikçi, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender û Suleyman İmamoglu pêk dihat.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst