Penaberên kurd: Em dixwaz in li welatê xwe ahengên serê salê bikin

31-12-2016
Mustafa Bayar
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sala Nû Penaber Stenbol Rojavayê Kurdistanê ne
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) Sala 2016an bi xweşî û nexweşiyan bi dawî tê û salelek nû dest pê dike. Her kes di şert û awayên cuda û bi hêviyên cihê cihê sala 2017an pêşwazî dikin. Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Tirkiyê jî dixwazin di sala nû de vegerin welatê xwe.

 

Penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên li bajarê Stenbolê gelek cejn, pîrozbahî û sersal li pişt xwe hiştin.  Niha careke din serê salê hat û ew dûrî welat û xizmên xwe bi jiyaneke qurmicî û di şertên dijwar de pêşwaziya sersalê dikin.

 

Gelo pêşwaziya sersalê ya ji ax û welatê xwe, ji bav û dayik, ji bira û xwişk û dost û hevalan dûr tê çi wateyê ji bo penaberan?  Ango ew ê çawa sala nû pêşwazî bikin û çi hêviyên wan hene?

 

Penaber Leheng Ebdî dibêje: “Ez ji Dêrikê me. Vê derê, li Stenbolê, penaber im. Sersala me gelekî nexweşe li vê derê. Em dixwazin vegerin welatê xwe, kêfa xwe li wê derê bikin, piştî ku şer xelas bibe. Me ji ber şer baz danin û li vê derê tu sersal, xweşî nîne. Bi tenê hêviya me ew e ku em veger in welat.

 

Panebereke din Yaser Huseyn Nasan e, ku ji gundê Kihêbê yê Babê ye dibêje; “Em ji kêfa nehatine Tirkiyê, miletê û ehlê me hemû li Babê ne û li paş xwe dinêrin. Dilê me li cem ehlê me ye, dilê me ne li serê salê ye. Em dixwazin sersaleke xweş were."

 

Ciwaneke din ê bi navê Hiso jî diyar dike; “Navê min Hiso ye. Ez 16 salî me. Ez dixwazim, bi hatina serê salê em  vegerin gundê xwe. Hêviya me ya ji sersalê, belkî sersal xêr û xweşiyê bi xwere bîne û em vegerin gundê xwe.”

 

Kanîwar Brahîm 31 salî ye. Piştî li Tirkiyê penaber dibe pêşî bavê wî û paşê jî dayika wî xatir ji vê dinyayê dixwaz e û barê xeribiyê li wî giran dibe. Hatina cejn û sersalan bo wî tenêtî ye. Hêviya wî ya mezin ew e ku ew ji vî barê giran yê penaberiyê xelas bibe.

 

Kanîwar Brahîm jî dibêje; “Niha cejnek bi ser me de hatiye, em bi xemgînî derbas dikin. Ji ber ku em dûrî malbata xwe, dûrî ehlê xwe ne. Hêviya me ji vê sala nû ew e ku ev şerê li Sûrî xelas bibe û em veger in welatê xwe. Ji ber ku em nikarin li Tirkiyê bijîn. Jiyana li vê derê zor derbas dibe."


Li Tirkiyê nêzî 3 mîlyon penaberên ji  Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene ku sedhezarên wan li Stenbolê dijîn. Bendewariya wan ya ji sala nû ne gelekî zêde ye. Daxwaz û hêviya hemûyan yek e; bidawîbûna şer û vegera welat û ax û nava xizmên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst