Azadiya Çapemeniyê – Li Tirkiyê 143 rojnameger di girtîgehê de ne

31-12-2016
Firat Kelhekî
Nîşan Rojnamevan Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê Rapor
A+ A-

Navenda Nûçeyan Li Tirkiyê amarên derbarê kiryarên li dijî dezgeh û karmendên çapemeniyê, dibe sedem, ku di warê “azadiya çapemeniyê” de rexne jî zêdebin. Li gorî amaran 780 kartên çapemeniyê hatin betalkirin, 189 rojnamevan ketin ber êrîşan, 143 rojnameger di girtîgehê de ne.

 

Lijneya Rêveber a Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê rapora xwe ya çapemeniyê ya 2016an eşkere kir. Li gor raporê, di sala 2016an de karta zer a çapemeniyê ya 780 rojnamevanan hat betalkirin û li ser nûçeyên ku belavkiribûn derbarê 839 rojnamevanan de doz hat vekirin. 189 rojnamevan ketin ber êrîşên fizîkî û devkî û 143 rojnameger jî sala nû di girtîgehê de derbas dikin. Herwiha hejmara bêkaran jî 10 hezar kes derbas kiriye.

 

Di raporê de wiha hatiye nivîsîn: “Li gor rapora ku me wek Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê amade kiriye, di sala 2016an de karta zer a çapemeniyê ya 780 rojnamevanan hat betalkirin û li ser nûçeyên ku belav kiribûn derbarê 839 rojnamevanan de doz hat vekirin. 189 rojnamevan ketin ber êrîşên cuda. 157 organên çapemeniyê hatin girtin. Di 14 bûyerên civakî de qedexeya weşanê hat dayîn. Li gor rêxistinên navdewletî yên çapemeniyê li tevahiya cîhanê 348 rojnamevanên girtî hene. Tirkiye jî bi 143 rojnamevanên girtî di rêza yekem de ye.‘’

 

Sala 2016an di Rêza Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas de Tirkiye, li gor sala 2015ê 2 pûan wenda kirine û di nav 180 welatan de daketiye rêza 151ê.

 

Li gor rapora Freedom House ku navenda wê li Washingtonê ye, Tirkiye di ware azadiya çapemeniyê de ji cihê xwe yê “welatê nîv azad” bûye “welatê neazad”. Wate di warê azadiya çapemeniyê de êdî "Tirkiye welatekî neazad e."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst