CHP û DEM Partî mil bi mil li dijî girtina Ahmet Ozer in: ‘Em qeyûman baş nas dikin’

31-10-2024
Rawîn Stêrk
CHP û DEM Partî mil bi mil li dijî girtina Ahmet Ozer in/Wêne: Rûdaw Grafîk
CHP û DEM Partî mil bi mil li dijî girtina Ahmet Ozer in/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan CHP DEM Partî Ahmet Ozer Qeyûm
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Piştî biryara girtina Şaredarê Esenyurtê û tayînkirina qeyûm a li şûna wî nerazîbûnên CHP û DEM Partiyê didomin.

Avahiya Şaredariyê Esenyurtê di bin dorpêça polîsan de ye û li meydana navçeyê jî mitîng û protesto hebûn.

CHP û DEM Partî ku bi hevkariyekê ew şaredarî bi dest xistibûn, biryara tayînkirina qeyûm wekî derbeyê bi nav dikin û dibêjin heta ku biryar bi paş de neyê wergirtin ew dê çalakiyan jî bidomînin.

Esenyurt navçeya herî mezin a li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Dorpêç û tevdîrên ewlehiyê li dora şaredariya ku qeyûm lê hatiye danîn ne li bajarekî Bakurê Kurdistanê ye vê carê li nava dilê Stenbolê ye.

Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat girtin û li şûna wî jî qeyûm hate tayînkirin.

Li meydana Esenyurtê bi hezaran kes kom bûn û wan biryar şermezar kir.

Parlamenterê CHPyê Mahmut Tanal li ser girtina Ahmet Ozer got:

“Li welêt dest datînin ser demokrasiyê. Azadiyan tune dihesibînin, dadweriyê tune dihesibînin.

Li vî welatî xala me ya hevbeş û hevpar demokrasî ye.

Xala me ya hevpar dadwerî ye. Xala me ya hevparî azadî ye.

Xala me ya hevbeş ew e ku em li ser pîvanên dijî faşîzmê bibin yek.”

Esenyurt bi hevpeymaniya “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hat bidestxistin.

Ji ber vê yekê bi qasî CHPyê, DEM Partî jî nerazîbûna xwe tîne zimên û biryarê wekî binpêkirina îradeya gel nîşan dide.

“Em qeyûman gelekî baş nas dikin”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî anî ziman:

“Em vê rêbazê û vê rejîma qeyûman gelekî baş nas dikin.

Ji ber ku rejîma qeyûman di serî de li bajarên Kurdan, di serî de li ser dengderên Kurd û ji bo wan hemû kesên ku alîgirên demokrasiyê ne hat bikaranîn.”

Piştî biryara tayînkirina qeyûm, CHP û DEM Partî di asta herî bilind de li Stenbolê kom bûn.

Her du partiyan jî civînên xwe yên komîteyên birêvebiriya navendî li navçeya Esenyurtê li dar xistin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel hemû parlamenter û şaredarên partiya xwe jî vexwendin Stenbolê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel da zanîn:

“Em dê tevî şêniyên Esenyurtê, tevî Stenboliyan li hemberî vê lîstika qirêj îradeya gel biparêzin.

Em dê îradeya Stenbolê biparêzin û paşeroja Tirkiyeyê biparêzin.”

Şaredar Ahmet Ozer ku xelkê Wanê ye bi tohmeta endamtiya PKKyê hat girtin.

Axaftina wî ya bi Remzî Kartal re, xwestina sersaxiyê ya ji malbateke ku xizmên wan di nava PKKyê de ne û navê wî yê ku li Îmraliyê di navbera Ocalan û şandeya HDPyê de derbas dibû wekî delîl têne nîşandan ku pêwendiya wî bi PKKyê re heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst