HEDEPê bersiv da Bahçelî

31-10-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Tuncer Bakirhan Devlet Bahçelî Sirrî Sakik Celal Adan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HEDEPê Tuncer Bakirhan ji serokê MHPyê Devlet Bahçelî re got, “Eger hûn ji axaftina xwe çêr û heqaretan derxin, tiştek namîne”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan, di civîna Meclîsê ya komê de, mijarên di rojevê de nirxandin.

Di rojên derbasbûyî de Wekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adanê MHPyî piştî axaftina Sirri Sakik çêrî parlamneterên HEDEPê kiribû.

Li ser nîqaşên ku derketine, serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî nirxandin kir û parlementer Celal Adan parast.

Tuncer Bakirhan bersiva Devlet Bahçelî da û got, “Careke din em hîn bûn ku ji xeynî heqaret, çêr û parastina pêkanînên dij-demokratîk, ti armanceke wan nîne.”

 “Eger hûn ji axaftina xwe çêr û heqaretan derxin, tiştek namîne.”

Tuncer Bakirhan herwiha têkildarî nirxandina Devlet Bahçelî got:

“Ez careke din gotinên Wekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê şermezar dikim.

Em li bendê bûn ku Bahçelî lêborîna xwe bixwaze lê mixabin ew li parlameterê xwe û gotinên ku kirine xwedî derket.

Serokê MHPyê bi parastina wekîlê xwe rastiyek din nîşanî me da. Bi rastî jî ji xeynî heqaret, çêr û parastina pêkanînên dij-demokratîk, ti armanceke wan nîne.

Eger hûn ji axaftina xwe çêr û heqaretan derxin, tiştek namîne.

Yên ku bi rêxistinên mafya û sûc re wêne dikişînin, nikarin ji me re tiştekî bejin.

Em careke din bi bîr bixin ku Meclîs ne cihê gotinên qirêj in. Meclîseke bi vî rengî nûnertiya gelên Tirkiyeyê nake.

Niha jî gefê li me dixwin. Ev jî ne bes e hewl dide xwedî li Celal Adan derkeve.

Bêhn ji serê masî tê, hêviya nêzikatiyeke din safîtî ye.”

“Rawestandina şer erkê me hemûyane”

Tuncer Bakirhan têkildarî şerê Îsraîl - Filistînê nirxandin kirin û got:

“Cîhan tenê temaşe dike. Civaka navneteweyî ji berpirsyariya xwe direve.

Em dubare bangî raya giştî ya demokratik a navneteweyî dikin.

Pirsgirêkên wiha bi dengdan, şermezarkirin û daxuyaniyên çapemeniyê nayên sekinandin.

Tundûtûjî bi encamên xwe yên herî giran didome.

Rawestandina şer erkê me hemûyan e. Ev mîrate ye ji bo me.”

Bakirhan têkildarî helwesta AK Partiyê ya derbarê Filistînê de got, “Yên ku dibêjin ‘Îsraîl dewleta terorê ye’ heya niha bi wan re di nava têkiliyên herî germ de bûn.

Tuncer Bakirhan herwiha bi bîr xist ku dosyaya parlemanterê TIPê Can Atalay careke din ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin û têkildarî mijarê de wiha got:

“Dadgeha Bilind hewl dide qanûnê bikuje. Em bang dikin ku demlidest Can Atalay bê berdan.

Di vê mijarê de tiştê ku bikeve li ser milê me, em dê ji bo hevalên xwe yên di girtîgehê de bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst