Bahçelî ji HEDEPê re: Çend parlamenterên we hene ku Kurdî bizanin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî çêra Wekîlê Serokê Parlametoya Tirkiyeyê yê ji Koma HEDEPê re nirxand û got, “Êriş, bangên îstîfayê û heqaret bêhikim in.”

Herwiha Bahçelî ji HEDEPiyan re got: "Eger em dest bi ravekirina rastiyan bikin, ne tenê li sûkên Enqereyê wê nikaribin li Amedê jî bigerin.”

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî.

Wekîlê Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Celal Adanê MHPyî berî çend rojan piştî ku bersiva gotinê Parlamenterê Agiriyê yê HEDEPê Sirri Sakik ên derbarê Komara Tirkiyeyê de dabû, mîkrafona xwe vekirî ji bîr kiribû û gotibû “Pezevenk ya” (Gewadno).

Bahçelî çêra Celal Adan nirxand û got, “Wekîlê Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Celal Adanê ku bi wêrekî bersiv daye ne bêxwedî ye, ne bi tenê ye.

Êriş, bangên îstifayê û heqaret di bin pêyên me de ne û bêhikim in.

“Çend parlamenterên we hene ku Kurdî bizanin?”

Hemû neteweperestên Tirk bi Tirkî dizanin. Lê çend parlementerên ku satelaytên PKKyê ne bi Kurdî dizanin?

Eger em dest bi ravekirin rastiyan bikin, ne tenê li sûkên Enqereyê wê nikaribin li Amedê jî bigerin.

Di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de cihekî bi navê Kurdistanê nîne.

Yên ku dibêjin heye dê miletê mezin ê Tirk û hezkiriyê wê Partiya Tevgera Neteweperest li hemberî xwe bibîne.”