Alî Bozan: Şêx Seîd serî li ber we netewand, em ji we natirsin!

31-10-2023
RÛDAW
Nîşan Alî Bozan HEDEP Sirrî Sakik Celal Adan MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HEDEPê yê Mêrsînê Alî Bozan nerazîbûn nîşanî gotinên Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adanê MHPyî da.

Alî Bozan got, “Bihîstina rastiyan we aciz dike. Hûn çi qasî bang bikin, biqîrin û gefan jî bixwin em ê rastiyan bibêjin.

Em natirsin, natirsin, natirsin, pişta xwe bi hejmara xwe ya zêde girê medin.”

Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adanê MHPyî berî çend rojan piştî ku bersiva gotinê Parlamenterê Agiriyê yê HEDEPê Sirri Sakik ên derbarê Komara Tirkiyeyê de dabû, mîkrafona xwe vekirî ji bîr kiribû û gotibû “Pezevenkan ya” (Gewadno).

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan îro di axavtina koma partiya xwe ya parlamentoyê de daxwaza dest ji kar kişandina Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adan kir.

Serokê MHPê Devlet Bahçeli jî piştgiriya parlamenterê xwe kir û got: “Gotinên Celal Adan gotinê me ne.”

Bahçeli herwiha gef li parlamenterên HEDEPê xwar.

Hejmarek parlamenterên HEDEPê jî doh li Parlamentoya Tirkiyeyê çalakiya nerazîbûnê saz kirin û kursiya parlamentoyê dorpêç kirin û rê nedan kes biaxive.

Parlamenterê HEDEPê yê Mêrsînê Alî Bozan jî li parlamentoyê axivî û bertekên tund nîşan da. Bozan got: “Çawa ku Şêx Seîd û Seyîd Riza serî li ber we netewand, em jî natewînin.”

“Şêx Seîd û Seyîd Riza serî li ber we netewandin, em ji we natirsin!”

Parlamenterê HEDEPê yê Mêrsînê Alî Bozan wiha axivî:

“Bihîstina rastiyan we aciz dike. Hûn çi qasî bang bikin, biqîrin û gefan jî bixwin em ê rastiyan bibêjin.

Em natirsin, natirsin, natirsin, pişta xwe bi hejmara xwe ya zêde girê medin.

Em ji we natirsin. Em çima ji we natirsin? Hûn li vî welatî, hûn li vî welatî kengî ketibin tengasiyê, we rasterast ev hilbijartiye, we kaos hilbijartiye.

Lê ez vî tiştî bibêjim: Di pêşerojê de, pêşerojê...

Ez ji we re bêjim, em ji kîjan kevneşopiyê tên. Ma Şêx Seîd serî li ber we tewand? Netewand.

Ma Seyîd Riza serî li ber we tewand? Netewand. Ji we tirsiya? Netirsiya, netirsiya.

Baş e, baş e, Apê Osman Sebrî li hemberî zextên we dev ji tekoşîna xwe berda? Dev jê berneda.

Em jî dev jê bernadin. Ev gefên we yên bêserûber me natirsînin, me ji rêya me venagerînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst