Li Edîrneyê 87 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê 87 koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Hêzên ewlehiyê yên Edîrneyê jî li navenda bajêr û navçeyan kontrol û operasyonên li hemberî koçberan zêde kirine.

Li ser sînorê Edîrne-Yûnanistanê 87 koçberên Mexrîbî, Sûriyeyî, Filistînî, Îraqî û Pakistanî hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku wan koçberan dixwest biçin Ewropayê.

87 koçber, piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edîrneyê hatin kirin.