Erdogan têkildarî vekişîna Rûsyayê ji peyman xorakê axivî

31-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan derbarê vekişîna Rûsyayê ji peyamana korîdora xorakê de ragihand tevî ku Rûsya di peymana xorakê de bi nîgeranî tevdigere jî lê ew dê ji bo xizmeta mirovahiyê di hewildanên xwe de berdewam bin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 31ê Cotmeha 2022ê di civîneke çapemeniyê de derbarê vekişîna Rûsyayê ji peymana veguhastina dexlûdan de axivî.

Erdogan got: “Tevî ku Rûsya bi sedema ku  heman asankarî bo wê  (di peymana xorakê de ) nayên kirin bi nîgeranî tevdigere jî lê em dê hemû hewldanên xwe bi pêdagirî ji xizmeta mirovahiyê bidin.”

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku di encama hewildanên wan de 9.3 milyon ton genimê Ukraynayê bo bazarên cîhanê hatiye veguhastin û got: “Bi vê jî me krîza xorakê hinekî kêm kir.”

Di Hezîrana îsal de bi beşdariya Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Stenbolê, ji bo veguhastin berhemên dexlûdan û xorakê yên Ukraynayê, bi rêya Deryaya Reş, peymanek hatibû îmzekirin û di çarçoveya wê peymanê de dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanî dihat veguhastin, lê  Wezareta Berevaniyê Rûsyayê 29ê vê mehê  ragihand ku ew ji wê peymanê vekişiyane û sedema wê jî bi êrîşeke li ser yek ji keştiyên xwe yên çavdêriya keştiyên hinardeya dexlûdan ve girêdabû.

Tirkiyê ji destpêkê vê di nav vê proseyê de cih girtibû ew peyman bi navbeynkariya wê li bajarê Stenbolê hatibû îmzekirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Weke tê zanîn  li cîhanê nêzîkî 1 li ser sêyê berhemanîna genim , ji aliyê Rûsya û Ukraynayê ve tê kirin. Derbarê hewildanên me yên gihadina vî genimî bo wan welatên ku rûbirûyî gefa birçîbûnê ne, şahidhalên herî nêzîk hûn in. bi mekanîzmaya hevbeş ku me li Stenbolê avakiriye, me 9.3 milyon ton genimê Ukraynayê, xistin xizmeta cîhanê û me krîza xorakê hinekî  kêm kir.  Tevî ku Rûsya bi sedema ku  heman asankarî bo wê  nayên kirin bi nîgeranî  tevdigere jî lê em dê hemû hewldanên xwe bi pêdagirî   ji  bo xizmeta mirovahiyê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst