Konfederasyona Bedlîsê yekemîn Lijneya Giştî ya xwe li dar xist

31-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Rêxistinên Sivîl a Bedlîsê (BITLISKON) yekemîn civîna asayî ya Lijneya Giştî ya xwe li dar xist.

Civîna Lijneya Giştî ya Konfederasyona Rêxistinên Sivîl a Bedlîsê li Navenda Çand û Hunerê ya Atakentê ya Şaredariya Kuçukçekmece ya Stenbolê hat lidarxistin.

Di civînê de Emrah Taşar wek serokê konfederasyonê hat hilbijartin.

Şaredarê Kuçukçekmeceyê Kemal Çebî, Wekîlê HDP'ê Celadet Gaydalî, Serokê HDPê yê Bajarê Stenbolê Ferhat Encû beşdarî Lijneya Giştî ya BITLISKON'ê bûn.

Li aliyê din hat ragihandin ku nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî lijneyê bûne û ji Bedlîsê nivîskarên wek Baran Zeydanlioglu û Nimetullah Atal jî tevli civînê bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst