Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê de 24 kesan canê xwe ji dest dane û 804 kes jî birîndar bûne.
Proseya lêgerînê li pey kesên di bin kavilan de mane li Izmîrê berdewam dike, xelkê Izmîrê şeva borî di nav çadiran de û li derve jiyana xwe derbas kirin .
Li gorî amarên Wezreta Navxwe û AFADê a Tirkiyê heta niha 24 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, herweha 804 kes birîndar bûne ku 743 kes li Izmîrê, 5 kes li Manîsayê, 2 kes li Balikesîrê û 54 kes li Aydinê bûne.
Herweha li gor zanyariyan 341 paşlerzeyên din li wî bajarî çêbûne û proseya lêgerînê ya ku li 17 avahiyan destpêkiribû, li 8 avahiyan bidawî bûye û li 9 avahiyên din jî lêgerîn berdewam dike.
Herweha ji tirsa paşlerzeyan û herfîva avahiyan şeva borî xelkê navçeya Erdhejê li derveyî malên xwe jiyana xwedrbas kirin.
Serdozgeriya komarî ya Izmîrê jî derbarî Erdhejê de û xirabiya mercên endazyariyê yên avahiyê ku herifî ne lêpirsîn daye destpê kirin.



