Serokê Uruguayê ligel ‘Dayîkên Şemiyê’ tevlî çalakiyê bû

31-10-2015
RÛDAW
Nîşan Jose Mijica Dayîkên Şemiyê HDP
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Uruguayê yê berê Jose Mijica ku weke Serokê herî feqîr tê nasîn, li Stenbolê tevlî çalakiya “Dayîkên Şemiyê” bû.

Dayîkên Şemiyê her hefte roja şemiyê li Stenbolê ji ber zarokên xwe ku di dema girtinê ji aliyê hêzên tirk ve hatine windakirin, çalakiya rûniştinê pêk tînin. Serokê Uruguayê yê berê Jose Mijica ji bo piştgiryê tevlî çalakiya Dayîkên Şemiyê bû.

Dayîkên Şemiyê ji bo dadê, bû cara 553ye hatin ba hev.

Heserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgin Tanrikulu û Sekretera Giştî ya DISKê Arzu Çerkezoglu jî di çalakiyê de amade bûn.

Malbatên kesên di dema girtina ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatine windakirin amaje kirin ku ew 20 sal in li wê derê kom dibin û li ser wê yekê berdewam bin.

Axaftinên çalakiyê bi kurdî û tirkî hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst