STENBOL - Bi çekan êrişî nexweşxaneyê hat kirin: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bahçelievlerê ya Stenbolê çend kesan bi çekan êrişî Nexweşxaneya Dewletê kir û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Du ji birîndaran personelên hêzên ewlehiyê ne.

Her wiha di êrişê de zerer gihişt avahiya nexweşxaneyê û ambulansekê.

Parêzgariya Stenbolê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku tenduristiya her 5 kesên birîndar baş e.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê bûyer demjimêr 02:50an çêbûye û çend kes bi otomobîlekê çûne cihê bûyerê.

Piştî êrişê bi heman otomobîlê reviyane û piştre ew otomobîl li navçeya Yenîbosnayê vala hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina êrişkaran operasyon berdewam e.