Tirkiyeyê bi hinceta ‘terorê’ dest danî ser mal û milkê 58 kes û saziyan

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PKK Mal û milk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê dest danî ser mal û milkê 58 kes û saziyan.

Di çarçoveya “Yasaya Rêgirtina Fînansa Terorîzmê” ya Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê de biryara destdanîna ser mal û milkê 39 kes û 19 saziyan hat dayîn.

Biryara ku Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya û Wezîrê Xezîne û Darayî yê Mehmet Şimşek îmze kiriye îro di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Hat ragihandin ku Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê dest daniye ser mal û milkên 14 kes û Komeleya Şopandina Koçê (GOÇIZDER).

Bi hinceta Partiya Komunîst Maoîst mal û milkên 5 kesan û bi hinceta “FETO” jî dest daniye ser mal û milkên 20 kesan û mal û milkên 18 weqf û saziyên ku çavkaniyên wan li derveyî Tirkiyeyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst