Li Stenbolê pevçûn: 2 kuştî û 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gungorenê ya Stenbolê di şerê du aliyan de 2 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

Li Kolana Gazî Osmanpaşayê ya Gungorenê, duh hinek kesan ji ber sedemeke nehat zanîn bi çekan êrişî çayxanayekê kir.

Kesên li çayxaneyê jî bi çekan bersiva êrişê da û di navbera her du aliyan de şer derket.

Di encama şer de kesên bi navê Burak Kan û Servet Avcî canê xwe ji dest da û Huseyin H, Ertan B., Burak E. û Berkay D. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Huseyin H, Ertan B., Burak E. birin nexweşxaneyê.

Êrişkarê bi navê Berkay D. li cihekî din bi birîndarî hat desteserkirin û ew jî bir nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.