Dogu Perinçek: Em gelek li pêş Hz Mihemed in

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya Vatan Dogu Perinçek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê, Dogu Perinçek di civînekê de behsa giringî û mezinbûna partiya xwe kiriye û ew yek bi destpêka pêxemberiya Hz Mihemed daye ber hev û ragihandiye, Dema Hz Mihemed li Mekkeyê dest bi belavkirina peyama xwe kir, di salekê de 40 kesan bîet dan wî. Hejmara me bi kêmanî 40 hezar kes derbas kiriye, di vê mijarê de em gelek li pêş Hz Mihemed in.

Li gor agahiyan, Dogu Perinçek duh li navçeya Bodrum a ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê ve di civînekê de behsa giringî û mezinbûna partiya xwe kiriye û ragihandiye, “Partiya Vatan partiya çareserkirina pirsên mezin e. Dema Hz Mihemed li Mekkeyê dest bi belavkirina peyama xwe kir, di salekê de 40 kesan bîet dan wî. Hejmara me bi kêmanî 40 hezar kes derbas kiriye, di vê mijarê de em gelek li pêş Hz Mihemed in.”

Li ser van gotinên Perinçek û berawirdkirina xebata partiya xwe ligel pexemberiya Hz Mihemed, Sekreterê Giştî yê Partiya Vatan Ozgur Bursalî ji Rûdawê re ragihand, “Serokê Giştî yê me di vê gotinê de behsa wê dijwarî û zehmetiyê dike ku Hz Mihemed di belavkirina peyama xwe de dîtiye. Herwiha dixwaze behsa bûyereke dîrokî bike.”

Ozgur Borsalî diyar kir, “hin kesên ku ti têkiliya wan bi Hz Mihemed û Îslamê nîne, Partiya Vatan tohmetbar dikin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Vatan got: “Partiya Vatan partiya herî rêzdar a siyasî ye li beramber Hz Mihemed û Îslamê. Bi salan e em behsa şaristaniya îslamê bo xelkê dikin û em dê çendîn pirtûk û kovar di vê bareyê çap bikin.”

Partiya Vatan sala 2015an bi serokatiya Dogu Perinçek hatiye damezrandin, li gor rêziknameya xwe partiyeke sosyalîst e û di hilbijartinên herî dawî yên parlamentoya Tirkiyê de ku di Hezîrana 2018an de hat lidarxistin, tenê 117 hezar û 713 deng bidest xistin ku dike %0.23ê dengên Tirkiyê.

Serokê Giştî yê wê partiyê Dogu Perinçek ragihandiye ku ew dê di meha Îlonê de serdana Sûriyê bike û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive.

Derbarê wê serdana xwe ya plankirî de, Dogu Perinçek bi Rûdawê re hevpeyvînek kiriye û behsa armanca wê serdanê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst