Li Edenê kesek di kanala avê de xeniqî

31-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, termê Îlyas Can ê ku doh di nav kanala avê de wenda bûbû hat dîtin.

Li Taxa Kozayê ya Edenê, doh 30ê Tebaxê welatiyê bi navê Îlyas Can ketibû nav kanala avê û wenda bûbû. Îro 31ê Tebaxê hinek welatiyan li Taxa Leventê di nav kanala avê de termek dîtin û hêzên emnî agahdar kirin.

Di encama lêkolîna hêzên emnî de hat tespîtkirin ku termê hatiye dîtin ê Îlyas Can e ku doh di nav kanala avê de wenda bûbû.

Termê Îlyas Can bo morga Saziya Pizîşkiya Dadî ya Edenê hat veguhestin. Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst