Rapirsiya Avrasya: Dengên AK Partiyê di bin %30 de ne

31-08-2021
RÛDAW
Nîşan Rapirsiya Avrasya AK Partî HDP CHP MHP Recep Tayyîp Erdogan Ekrem Imamoglu Mansûr Yavaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya herî dawî ya Lêkolînên Avrasya, dengên AK Partiyê ji %29 e. Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan hilbijartina serokkomariyê qezenc nake.

Serokê Lêkolînên Avrasya Kemal Ozkiraz, encamên rapirsiya ku di 21ê Tebaxê de kiribûn belav kir. Li gor rapirsiyê ji %58.7ê beşdaran hibijartineke pêşwext dixwazin. Ji 30.8 jî hilbijartinên pêşwext naxwazin. Ji %10,5 jî gotine li ser hilbijartinên pêşwext rayeke me nîne.

Li gor rapirsiyê AK Partî, CHP û IYI Partî benda %10 derbas dikin û HDP jî bi %9.8 di bin benda hilbijartinê de dimîne.

Li gor rapirsiya Avrasyayê dengên partiyan bi vî awayî ne:

AK Partî: %29.1

CHP: %27.2

IYI Partî:%13.8

HDP: %9.8

MHP: %7.3

DEVA: %4.7

Partiya Pêşerojê (Gelecek): %2.2

Partiya Saadet: %1.6

Partiya Demokrat (DP): %1.1

Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP): %1

Partiya Memleket: %0.9

Partiyên din: %1.3

Di rapirsiyê de li ser serokkomariyê jî hinek pirs hatine kirin. Ji %54.9ê beşdarvanan gotine em naxwazin Erdogan careke din bibe serokkomar û %34.2 jî gotine em dixwazin Erdogan careke din bibe serokkomar.

Li gor rapirsiyê di hevrikiya Erdogan û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de bo serokkomariyê dengên Erdogan %40.5 û yên Îmamoglu %59.5 in.

Di hevrikiya Erdogan û Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş de bo serokkomariyê dengên Erdogan %41.9 û yên Yavaş %58.1 in.

Di hevrikiya Erdogan û Serokê CHP Kemal Kilicdaroglu de jî bo serokkomariyê dengên Erdogan %45.8 û yên Kilicdaroglu jî %54.2 tên xuyakirin.

Di hevrikiya Erdogan û Serokê IYI Partiyê Meral Akşener de bo serokkomariyê dengên Erdogan %46 û yên Akşener %54 tên xuyakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst