Kurê Abdullatîf Şener dapîra xwe kuşt!

51 xulek berê
Nîşan Abdullatîf Şener Bedîrhan Şener Dapîr Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bedîrhan Şenerê kurê wezîrê berê Abdullatîf Şener dapîra xwe bi çekê kuşt.

Li gorî agahiyan, Bedîrhan Şener û dapîra wî Leyla Çetîner li mala xwe ya Enqereyê ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû Bedîrhan Şener dapîra xwe dîl girt.

Abdullatîf Şener jî derket kolanê û polîs ji rewşê agahdar kirin.

Gelek polîs çûn cihê bûyerê lê Bedîrhan Şener dapîra xwe bi çekê kuşt.

Polîsan Bedîrhan Şener desteser kir û lêkolînên wan ên li cihê bûyerê berdewam dikin.

Abdullatîf Şener yek ji avakarên AK Partiyê ye û serdemekê wezîrê dewletê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst