RAPIRSÎ - Rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 7 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya herî dawî ya Kompanyaya Lêkolînê ya HBSyê eger îro hilbijartin bê kirin CHP bi rêjeya ji sedî 30,8ê dengan yekemîn partî ye û rêjeya dengên AK Partiyê jî ji sedî 29,3 ye.

HBSyê ji xelkê pirsî "Eger vê yekşemê hilbijartin çêbibin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” û encamên rapirsiyê eşkere kirin. 

Rapirsî bi 3 hezar û 100 kesî re bi awayî rûbirû hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê CHP ji sedî 30,8, AK Partî kji sedî 29,3, MHP ji sedî 10, DEM Partî ji sedî 8,3 û ÎYÎ Partî jî ji sedî 5,5ê dengan bi dest dixin.

Herwiha rêjeya kesên gotiye “Em dengê xwe nadin partiyê” jî ji sedî 5,1 e.

Li gor rapirsiyê rêjeyên dengên partiya wiha ne:

CHP: Ji sedî 30,8  (Hilbijartina borî ji sedî 25,8)

AK Partî: Ji sedî 29,3 (Hilbijartina borî ji sedî 36,3)

MHP: Ji sedî 10 (Hilbijartina borî ji sedî 10,3)

DEM Partî: Ji sedî 8,3 (Hilbijartina borî ji sedî 9)

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 5,6 (Hilbijartina borî ji sedî 2,9)           

ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,5 (Hilbijartina borî ji sedî 9,9)

Dengê xwe nadim: Ji sedî 5,1

Partiyên din: Ji sedî 1,4