Parêzerê Dedeogullariyan: Dibe ku dosya ji nû ve were vekirin

Konya (Rûdaw) - 7 endamên malbata Dedeogullariyan ên ku li Konyayê di encama êrişeke nijadperestî de hatibûn kuştin, di sala 3yemîn a kuştina wan de li goristana Saraçogluyê bi merasimekê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de Parlementerê DEM Partiyê Alî Bozan, li ser navê HAK-PARê Osman Saritaş, parêzerên Malbata Dedeogullari û mirovên malbatê amade bûn.

Kesekî bi navê Mehmet Altun 30ê Tîrmeha 2022yan li bajarê Konyayê derbasî nav hewşa Malbata Dedeogullariyan bû.

Mehmet Altun gule li malbata Kurd reşandin û 7 endamên malbatê kuştin.

Parêzerê  Malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut ji Rudawê re behsa pêvajoya darizandinê kir û got hêviyek heye darizandin ji nû ve bê kirin û kesên li pişt vê tawanê jî bên cezakirin.

“Hîn jî berpirsên rastî nehatine dîtin”

Parlementerê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan ji Rûdawê re got:

“Sê sal derbas bûn û sê salan li dadgeha Konyayê pêvajoya darizandinê berdewam kir.

Me dît ku faşizm ne tenê li derve herwiha li hundir jî heye. Loma sê sal derbas bûn lê hîn jî berpirsên rast nehatine peydakirin.

“Ji ber ku Kurd bûn rastî êrişê hatin”

Berpirsê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Konyayê Osman Saritaş jî got:

“Awayê êrişê eşkere dike ku ev malbate Kurd bûn û loma rastî êrişê hatin. Malbata ku êriş kiriye jî malbateke nijadperst e û ew ne bi tenê ye.”

Di encama êrişeke nijadperestekî Tirk de Yaşar û Îpek  Dedeogullari û zarokên wan Metîn, Bariş, Serap , Serpîl û Sîbel hatibûn kuştin.

Bi gotina malbatê li pişt bûyerê gelek kesên din û heta hêzên tarî hene lê kesên li pişt vê  tawanê heta niha jî nehatine eşkerekirin.

“Kesên li pişt êrişê  hatin beraatkirin”

Xizmê malbatê Erol Şan jî got:

“Dilê me ne rehet e. 7 kes hatine kuştin lê niha tenê yek kes di girtîgehê de ye.

Yên ku 12ê Gulanê êriş kirine cezayên kêm standin û hatin berdan.

Eger wisa nebûya qetlîama 30ê mehê nedibû. Dadgehê her du dosya nekirin yek û kesên li pişt vê êrişê jî beraat kirin.”

Derbarê kuştina 7 Kurdan Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê kujer Mehmet Altun bi cezayê heta hetayê ceza kir.

Lê bi gotina parêzerê malbatê gelek kesên din jî alikariya kujer kiriye û dadgeh jî vê yekê dizane lê erka xwe bi cih nake.

“Em hêvî dikin ku dadgeh dosyayê betal bike”

 Parêzerê Malbatê Abdurrahman Karabulut got:

“Dosyaya qetlîamê niha li Dadgeha Bilind e. Serdozgerê Dadgeha Bilind dibêje kî li derdora vê erişê heye pêwîst e bi başî bê lêkolînkirin.

Loma dosya betal kir, niha em li hêviyê ne ku dadgeh di biryara xwe de dosyayê betal bike û careke din bişîne dadgeha Konyayê.”

Berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê jî di daxuyaniyên xwe de ji bo êrişa li Konyayê îdia kiribû ku sedem kêşeyeke ciraniyê ye û ti hestên nijadperestane di êrişê de nînin.

Lê endamên malbata Dedeoglallariyan beriya êrişê ji Rûdawê eşkere kiribû ku ciranên wan ên Tirk ji ber nasnameya wan êrişî wan dikin.