Serokkomarê Tirkiyeyê kuştina Îsmaîl Heniye şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye bi tundî şermezar kir.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî sondxwarina merasîma serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Tevgera Hemasê ragihandibû ku Heniye li Tehranê di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser kuştina Îsmaîl Heniye peyamek belav kir.

Erdogan ragihand “Di bingeha sînorên 1967an de ji bo avakirina Dewleta Filistînê ya azad, serwer û serbixwe ku paytexta wê Qudsa Rojhilat be em dê xebatên xwe berdewam bikin.”

Recep Tayyîp Erdogan got, “Ez suîqesta xayîn a ku li Tehranê li dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye hat kirin, bi tundî şermezar û lenet dikim.”

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku armanca vê sûîqestê pûçkirina Doza Filistînê û berxwedana Xezeyê ye.

Herwiha Erdogan diyar kir ku armanca kuştina Şêx Ehmed Yasîn, Ebdulezîz El Rantîsî û gelek siyasiyên din ên Xezeyê çi be kuştina Îsmaîl Heniye jî ew e.

Erdogan tekez kir ku

Ew dê wekî Tirkiyeyê bi hemû derfet û bi hêza xwe piştgiriyê bidin xelkê Filistînê.