Tirkiyeyê li ser kuştina Îsmaîl Heniye daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser kuştina serokê Hemasê got, “Em kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ku di encama sûîqesteke ne merdane de li Tehranê pêk hat şermezar dikin.”

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî sondxwarina merasîma serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser kuştina Îsamîl Heniye daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Em kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ku di encama sûîqesteke ne merdane de li Tehranê pêk hat şermezar dikin.

Em sersaxiyê ji gelê Filistînê re dixwazin ku bi sed hezaran şehîdên mîna Heniyeyê dane, da ku li welatê xwe, di bin banê dewleta xwe de bi aramî bijîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku neyeta hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya aştiyê nîne û wiha pê de çû:

“Ev êriş di heman demê de armanc dike ku şerê li Xezeyê li navçeyê belav bike.

Eger civaka navneteweyî ji bo rawestandina Îsraîlê gav neavêje, wê herêma me bi pevçûnên pir mezintir re rû bi rû bimîne.

Tirkiye dê piştgiriya ji bo doza mafdar a gelê Filistînê bidomîne.”