Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê amarên li ser karkeran belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 16,4 milyon karker hene, ji wê hejmarê tenê 2,4 milyon karker endamên sendîkayan in.

Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê amarên hejmara karkerên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gor amaran, hejmara karkeran di meha kanûna paşîn de 16 milyon û 163 hezar û 54 kes bû.

Ev hejmar di tîrmehê de gihîştiye 16 milyon 413 hezar û 359 kesan.

Hejmara karkerên ku endamên sendîkayan in di meha kanûna paşîn de 2 milyon û 330 hezar û 98 kes bû. Ev hejmar, meha tîrmehê gihîştiye 2 milyon 421 hezar û 940 kesan.

Li gor amaran, di meha tîrmehê de ji sedî 85ê karkerên ku bi awayekî fermî dixebitin û hatine tomarkirin ne endamên sendîkayan in.

Li gor wê yekê ji meha kanûna paşîn heta niha di hejmara karkeran de zêdebûnek çêbûye.

Di meha tîrmehê de li gor meha kanûna paşîn hejmara karkeran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 1,54 zêde bûye.

Hejmara karkerên ku endamên sendîkayan in jî ji sedî 3,94 zêde bûye.

Sendîkaya karkeran a ku hejmara karkerên wê herî zêde ye bi 276 hezar û 360 kesan Hîzmet Îş e, ya duyem bi 268 hezar û 385 karkeran Sendîkaya Turk Metal û ya sêyem jî bi 214 hezar û 438 karkeran Sendîkaya Oz Saglik-Îş e.