Ji bo desteserkirina 19 kesan polîsan bi ser gelek malan de girt
Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan, li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê ji bo desteserkirina 19 kesan bi ser gelek malan de girt.
Tê angaştkirin ku wan kesan alîkariya darayî daye PKK/KCKyê.
Biryara desteserkirina 19 kesan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hate dayîn û li ser vê biryarê Tîmên Rêveberiya Ewlekariyê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girt.
Nêzîkî 350 polîsî beşdarî operasyona li navenda bajarê Mêrsînê bûn û tedbîrên ewlekariyê yên dijwar li wan taxan hatin wergirtin.