Ji bo desteserkirina 19 kesan polîsan bi ser gelek malan de girt

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mersîn PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan, li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê ji bo desteserkirina 19 kesan bi ser gelek malan de girt. 

Tê angaştkirin ku wan kesan alîkariya darayî daye PKK/KCKyê. 

Biryara desteserkirina 19 kesan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hate dayîn û li ser vê biryarê Tîmên Rêveberiya Ewlekariyê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. 

Nêzîkî 350 polîsî beşdarî operasyona li navenda bajarê Mêrsînê bûn û tedbîrên ewlekariyê yên dijwar li wan taxan hatin wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst