Polîsê ku derbarê xwekuştina polîsekî din de îfade dabû xwe kuşt

31-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê bi navê Murat Sucu yê ku pêştir derbarê bûyera xwekuştina polîsê Tevgera Taybet (POH) Alparslan Soylu yê li Şirnexê îfade dabû jî xwe kuşt.

Li gor medyaya Tirkiyê, polîs Murat Sucu derbarê polîsê Alparslan Soylu yê meha borî întîxar kirî de li dijî rêveberiyê îfade da.

Hat ragihandin ku Sucu ji ber îfadeya xwe rastî zextan hatiye û sirgûnî Şaxa Parastinê ya Antalya-Manavgatê hatiye kirin.

Platforma Polîsan li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Sucu jî duh 30ê întîxar kiriye.

Polîsê Tevgera Taybet Alpaslan Soylu di 9ê Hezîrana 2022an de xwe kuştibû û li paş nameyek hiştibû.

Serokê Giştî yê Polîs-Senê Faruk Sezer jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got, "Gelê hêja, eşkere ye ku ev îdiayên pir giran û xeternak in. Gelo têkiliya vê xwekujiyê bi Alpaslan Soylu re heye? Li ser Murat Sucu zextek çêbû. Divê bi awayekî zelal lêkolîn were kirin  û ji raya giştî re daxuyanî bê dayîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst