Trabzonî ji geştyarên Ereb nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Trabzon a Tirkiyê ku li peravên Derya Reş e, cihekî geştiyariyê yê balkêş e, di van salên dawî de hejmareke dewlemendên Ereb ên Kendavê berê xwe didin vî bajarî û xaniyan dikirin lê xelkê bajarê Trabzonê ji vê rewş nerazî ne û dibêjin hatina zêde ya Ereban li vî bajarê paşeroja bajêr dixe metirsiyê. Her wiha dibêjin ku deverên herî xweş ên bajêr veguherîne deverên Ereban.

Hejmareke ciwanên Trabzonê li ser sosyal medyayê jî li dijî Ereban propagandayan dikin û çalakiyên cûda yên nerazîbûnê li dar dixin.

Parlemantera AKPê ya bajêr jî dibêje hatina Ereban bo bajarê wan şanseke mezin a geşbûna aboriyê ye.

Trabzon bajarekî Tirkiyê yê pirnetewe ye lê dîsa jî ji destên nijadperestan dinale. Di sala 2019an de dema ku çend geştiyarên Kurd xwestin wêneyên xwe bi Alaya Kurdistanê re bigirini, komeke nijadperestan êrîşî wan kirin û piştre jî geştiyarên Kurd hatin desteserkirin.

Serdana geştyarên Ereb li bajarê Trabzonê yê Tirkiyê, bûye sedema nerazîbûnên xelkê wî bajarî.

Welatiyekî got, “Hûn ewqas pereyan dihewînin ku we Trabzon bihust bi bihust firot Ereban û hê jî difroşin. Li cihê herî xweş ê Trabzonê li Uzungolê Tirkekî tenê jî nema û tabelayeke Tirkî jî nema.”

Li Trabzonê ku li peravêv Deryaya Reş e, rewş gihîştiye wê astê ku li ser sosyal medyayê li dijî geştyarên Ereb propaganda têne kirin û hinek welatî jî li bajêr çalakiyên cuda yên nerazîbûnê li dar dixin.

Welatiyekî anî ziman, “Ji vir û pê ve wiha birayê min. Ez diçim meydanê û ji wir derbasî Forumê dibim û tiştan dikirim. Hemû eleqe û bal li ser Ereban e. Pereyê me jî hene, ji vir û pê ve wiha ye. El Herebî ya Erebî, şukran şukran. Heta demsal biqede ez ê li Trabzonê wiha bigerim.”

Berpirsên partiya desthilatê yên AKPê jî piştgiriya hatina geştyarên Ereb dikin û dibêjin geştyarên Ereb bo aboriya bajêr şansekî mezin e.

Parlamentera AKPê ya Trabzonê Bahar Ayvazoglu got, “Bajarê me Trabzon bi Cenevreya ku geştyarên Ereb bi taybetî wek bajarê serekî dibînin, pêşbaziyê dike. Di demekê de ku her tişt xweş derbas dibe û bi plan bi rêve diçe, rûyê esnafên me dikene û bi deh hezaran mirovên me derfetên kar dîtine û jiyana aborî geş bûye, li ser sosyal medyayê dijmintiya Ereban û hedef nîşandana geştyarên Ereb hem bi wate ye û hem bi guman e.”

Trabzon yek ji wan bajaran e ku wek bajarê herî nijadperest ê Tirkiyê tê zanîn. Di Tîrmeha 2019an de li Trabzonê komeke nijadperest, bi hinceta ku hejmarek Kurdên ji Başûrê Kurdistanê xwestin bi Alaya Kurdistanê re wêneyê xwe bigirin êrîşî wan kiribûn û piştre geştyarên Kurd hatibûn desteserkirin.