Li 21 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 71 daristan dişewitin

31-07-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Daristan Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şewata 57 daristanan hat kontrolkirin û hewl berdewam in bo vemirandin û kontrolkirina agirê 14 daristanên din jî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ferman da ku li cihên kontrolkirina agir zehmet e ji hemû bajaran tîmên berevaniya şaristanî û hêzên leşkerî, cenderme jî hevkariya tîmên agir vemirandinê bikin. Herwiha diyar kir ku dê zirara welatiyan jî qerebû bikin.

Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Ew welatiyên ku mal û ajelên wan di agir de şewitîne jî emê zirara wan qerebû bikin. Ti welatiyên xwe mexdur nakin.”

Agirê daristanên derdora Marmarîs; li parêzgeha Mugla û navçeya Manavgatê ser bi Antalyayê agirê herî mezine û kontrolkirina wê ne asan e.

Rêveberiya Karesatên Xwezayî û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku rêya sereke ya navbera navçeyên Datça û Marmarîs li parêzgeha Muglayê girtiye. Ji ber ji herdû aliyan jî agir nêzîkî rê ye û ji fermandariya hêzên cendirme daxwaz kirine ku rê nedin welatiyan û geştiyaran. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li Antalyayê serdana cihê şewatê kir û got, hikûmeta AK Partiyê di tedbirên şewitîna daristanan de binketiye.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, dibêje, “Wezîrê kiştûkalî û daristanan gelo dizane ku firokeyên agir vemirandinê çi ne. Dibêje ev corên firokeyan nînin. Wate berê hebûn lê niha nînin. Ji ber wî bi xwe pêwistiyeke kirîna firokeyên agir vemrandinê nedîtiye û nas jî nake. Wezîr ji dinyayê bê xeber e. Li benda fermanê ye bo kar bike. Wiha nabe.”

Li gor amarên dawî bi giştî heta niha di encama agirê daristanan de 6 kesan cane xwe ji dest daye, 271 kes birîndar in. Birîna yekî ji wan giran e û 73 welatî jî ji ber dûkela agir tendirustiya wan têk çûye. Herwiha 2 hezar û 300 avahî jî şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst