Yekem nimêja cejnê piştî 86 salan li Ayasofya hat kirin

31-07-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Ayasofya Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê û li Ayasofyayê piştî 86 salan yekem nimêja cejnê hat kirin.

Îro di yekemîn roja Cejna Qurbanê de, demjimêr 03:30 sibehê hejmareke zêde ya bawermendên ola îslamê berê xwe dan Ayasofyayê, ji bo ku piştî 86 salan yekem nimêja cejnê li wê derê bikin.

Birêveçûna nimêja cejnê li Ayasofya piştî wê yekê tê, ku heftiya bihorî yekem nimêja Îniyê piştî 86 salan li Ayasofyayê hatibû kirin.

Nimêja cejnê bi pêşnimêjiya Elî Erbaş, Serokê Karûbarên Olî yên Tirkiyê hat kirin û di nimêjê Serokê Parlamentoyê Mustafa Şentop, Waliyê Stenbolê Ali Yerlîkaya Wezîrê Veguhastinê Adil Karaismailoglu  û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê û partiyên siyasî jî beşdar bûn.

Ji sala 1934an ve ku bi biryara civata wezîran a wê demê ya Tirkiyê, Ayasofya bibû muzexane, deriyê wê cihê dîrokî li ser îbadetê hatibû girtin.

Roja 10ê Tîrmehê Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara xwe ya derbarê Ayasofyayê de aşkere kiribû û rê li ber îbadeta misilmanan li wê dêr-mizgefa dîrokî vekiribû, ku ji sala 1934an ve bi biryara civata wezîran a serdemê Ataturk bibû muzexane.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê di biryara xwe de ragihandibû, “li gor seneda Weqfê, ji bilî statuya mizgeftê bikaranîn û taybetmendkirina wê ji bo her armanceke din ji aliyê hiqûqî ve ne mumkin e.”

Ayasofya sala 537an di serdema Imparatoriya Bîzans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.

Ayasofya dikeve başûrê rojhilatê aliyê rojavayê Stenbolê û nêzîkî Deryaya Marmara ye, ji sala 1934an ve deriyên wê wek muzexane li ber geştyaran vekirî bûn, salane zêdeyî yek milyon û 800 hezar kesan serdana Ayasofyayê dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst