CHP ji lidarxistina kongreya awarte nêzîk dibe

31-07-2018
RÛDAW
Nîşan Muharrem Înce CHP Tirkiye Kongreya Awarte
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berbijêrê berê yê CHPê ji bo posta serokatiya Tirkiyê, Muharrem Înce di derbarê kongreya awarte ya wê partiyê de ragihand, kongreya awareta ya CHPê dê bihê lidarxistin û dê guhertin jî bêne kirin.

 

Muharem Înce di derbarê gotegotên nava CHPê de li ser kongreya awarte, li ser hesaba xwe ya twîterê peyamek da û ragihand, hevalên wî ji bo kongreyê îmze kom kirine.

 

Înce got, li gorî peyrewa navxwe roja 06-08-2018 dema dawî ye ji bo radestkirina îmzeyan, lê piştevanên lidarxistina kongreyê roja 2ê meha 8 dê hemû îmzeyên pêwîst radestî encûmena serkirdatiya CHPê bikin.

 

Înce da xuyakirin, ew dê kongreyê lidar bixin û guhertin jî dê bêne kirin.

 

Piştî ku CHPê di hilbijartinên 24ê hezîrana îsal de encameke baş bi dest nexist û berbijarê wê partiyê yê bo posta serokatiya Tirkiyê Muharrem Înce jî serkevtin bi dest nexist, di nava CHPê de alozî û nakokî derketine.

 

Beşek ji rêveberî û serkirdatiya wê partiyê hewil didin, ku kongreyeke awarte lidar bixin û guhertinê di serkirdatî û siyaseta niha ya wê partiyê de bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst