Xortên ku leşkerên tirk wan îşkence dikin ji Efrînê ne

31-07-2017
RÛDAW
Serbazên tirk li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê 4 xortên Efrînî îşkence kiribûn.
Serbazên tirk li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê 4 xortên Efrînî îşkence kiribûn.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji wan 4 serbazên Tirkiyê yên ku îşkence li 4 xortên Efrînî kiribûn, ku xwastibûn ji sînorê navbera Sûriye-Tirkiyê derbasî nav axa Tirkiyê bibin, biryara girtinê ji 3 serbazan re derket û serbazek jî hat berdan.

 

Fermandariya Giştî ya artêşa Tirkiyê li ser lêdana 4 ciwanên ku li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ji aliyê serbazên tirk ve hatine îşkencekirin, daxuyaniyek da û ragihand, ku 4 serbaz dest di lêdana wan kesan de hebûne.

 

Dîmenên lêdan û îşkencekirina 4 xortan ji aliyê serbazên artêşa Tirkiyê ve , ku dixwazin ji sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê derbas bibin, di medyayên civakî de bi awayekî berfireh belav bûye û nerazîbûnek tund li pey xwe çê kiriye.

 

Di dîmenên vîdyoyê de tê xuyakirin, dema ku ew ciwanan dixwazin, sînorê navbera Sûriye-Tirkiyeê derbas bikin, hêzên artêşa Tikriyê wan digirin û bi awayekî gelek tund û hovane îşkence dikin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, her 4 xort xelkê herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ne.

 

Rûdawê herwiha zaniye, ku ji ber lêdan û îşkence ya zêde ya serbazên tirk, rewşa tendirustiya xortekî xirab e.

 

Ji ber zêdebûna bertekên nerazîbûnê, Artêşa Tirkiyê li ser mijarê daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê da, tê piştrastkirin ku leşkerên wan li  ser sînor ciwanên Efrînê îşkence kirine û ew dê cezayê pêwist bidin wan leşkeran.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, di çaçroveya lêkolîna ku Serdozariya Komarî ya Altinozuyê dest pê kiriye, lêpirsîna bi her 4 serbazên Tirkiyê yên ku li xortan xistine, hatiye temamkirin.

 

Piştî temamkirina lêpirsînê, her 4 serbaz bo dadgehê hatine şandin û bi biryara dadgehê 3 ji wan serbazan hatin girtin û serbazek jî hat berdan.

 

Seroka Şaxeya Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Gulseren Yolerî li ser bûyerê daxuyaniyek da Rûdawê û ragihand, ku Tirkiye li hember lêdana wan xortan berpirsyar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst