Atalay: Dibe dewlet li gel Ocalan bicive

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Beşir Atalay dibêje pêvajoya aştiyê hêj bidawê nehatiye û ji bo berdewamiya pêvajoya dibe dewlet û sazî bi Ocalan re hevdîtinan bikin.

 

Berdevkê AK Partiyê Beşir Atalay beşdarî bernameyekê televîzyona NTVyê bû û tê de operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li dijî PKKê û DAIŞê nirxand.

 

Beşir Atalay derbarê hevdîtinên li gel Reberê PKKê yê girtî Adullah Ocalan de got, her tim dibe sazî û dewlet ligel Ocaln hevdîtinan bikin û ew yek jî helwestek normal e.

 

Atalay derbarê pêvajoya çareseriyê dibêje niha rawestandinek heye, lê heger PKK ji nava sînorê Tirkiyeyê derbikeve û dest çekan berde, pêvajo dê bidome.

 

Atalay wiha got: “Divê DAIŞ, PKK û DHKP-C ji hev neyên cudakirin. DHKP-C rêxistinekê bi kirêgirtî ye. DAIŞ li herêmê bûye dezgehek bela û navê îslamê xirab dike. Bûyera Pirsûsê sebra me nehîşt.”

 

Berdekê AK Partiyê herwiha pirsa “Pêvajoya çareseriyê dê bidome an bi dawî hatiye?” wiha bersivand:

 

“Li hemû welatan ji bo çareserkirina pirsgirêkên wiha hewldan didome. Niha di vê mijarê de rawestandinek heye, lê eger endamên terorê biçin derveyê welat û çekên xwe dane, ew hewldan dê dest pê bikin. Armanc ev e.”