Tirkiye
![Ahmet Turk, Ozgur Ozel û Sezgîn Tanrikulu (Ji milê çepê ve) / Wêne: Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Ozgur Ozel û Sezgîn Tanrikulu (Ji milê çepê ve) / Wêne: Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/803204Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=6649293)
Ahmet Turk, Ozgur Ozel û Sezgîn Tanrikulu (Ji milê çepê ve) / Wêne: Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Enqereyê li hev civiyan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ragihand ku Ahmet Turk û Ozgur Ozel li navenda Partiya Komarê ya Gel (CHP) a li Enqereyê hevdîtinek kiriye.
Li hêla din, Ahmet Turk ji aliyê Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û Ozgur Ozel hat pêşwazîkirin û paşê hevdîtinê dest pê kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de “rewşa siyasî ya Tirkiyeyê” û “pirsgirêkên şaredariya Mêrdînê” hatine gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse