Serokê HUDA PARê derbarê sondxwarina li parlamentoyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê Zekeriya Yapicioglu derbarê sondxwarina li parlementoyê got, "Erê me got 'em dê lê binihêrin', lê me negot ku 'em dê sond nexwin', tiştekî wisa tuneye. Em dê sonda yasayî bê kêmasî bixwînin."

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û rêveberên HUDA PARê Parlamnterê Êlihê Serkan Ramanli, Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dinç û Parlamenterê Dîlokê Şehzade Demir, ku ji lîsteyên AK Partiyê wek parlamenter hatin hilbijartin, duh 30ê Gulana 2023ê navê xwe li Parlamentoya Tirkiyê tomar kirin.

Yapicioglu piştî karbûbarên tomarkirinê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Yapicioglu destnîşan kir ku seranserê kampanyaya hilbijartinê HUDA PARê di navenda nîqaşên wan de cih girtiye, bi taybet eniya mixalefetê li ser HUDA PARê kampanya birêve dibir û wiha axivî, "Rabirdû di rabirdûyê de ma. Tiştê çû çû. Înşelle ez hêvî dikim û dixwazim ji îro pê de bi uslûbeke pak, li parlementoyê wezîfeya xwe bidomînim."

Yapcioglu di bersiva pirsa, "Gelo hûn dê temamê deqa sondê bixwînin?" de got, "Helbet em ê bixwînin. Pêwîst e ne tenê peyvek, bêhnokeke wê jî kêm neyê hiştin. Herwiha nêrîneke me ya wiha nîne ku em gotinekê lê zêde bikin yan kêm bikin. Tiştekî wiha ji xwe ne pêkan e. Di pêvajoya kampanyayê de û heta piştî hilbijartinê jî HUDA PAR di navenda nîqaşan de bû. Dibe ku armanca wan veşartina hinek tiştan bû, ji ber wê ev mijar dianîn rojevê. Me wê demê jî gelek caran ev derewand, lê mixabin her wext ev mijar germ dikirin û dianîn rojevê.”

Yapicioglu diyar kir ku hin partî ji di heyama kampanyayê de ji bo ku bi ser kevin û çend dengan zêde bistînin ev hemû manîpule kirin û wiha dewam kir: "Êdî hilbijartin jî derbas bû, sedema vê dijmintiyeke cidî nebe, em hêvî dikin ku kesên ku ev derew kirin, ev îftira avêtin an jî xapiyan û wiha axivîn, ji vir û şûnde dev ji vê yekê berdin. Tu carî tiştekî wisa di rojeva me de tunebû. Erê me got 'em dê lê binihêrin', lê me negot ku 'em dê sond nexwin', tiştekî wisa tuneye. Carinan bi taybetî seba çapemeniyê meraq hinekî baş e. Ji bo ku meraq çêbibe, mirov du kelîman bêje, balê dikişîne. Lêbelê hinekan wateya şaş lê bar kir, ez wan cuda dikim; ji bo kesên ku şaş hatin agahdarkirin ez ji vê derê cardin dibêjim: Di rojeva me de tiştekî wiha tuneye, em dê sonda xwe bixwin û dest bi erka xwe ya li parlamentoyê bikin. Ji bo ku em xizmeta herî baş ji miletê xwe re bikin em hatin vê derê. Em nehatine ku şovê bikin."