Sabahat Tuncel: Ji ber vê sedemê em li dadgehê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka berê ya HDPê Sebahat Tuncel ku 6 sal in girtî ye û di doza Kobanê de tê darizandin, di parastina xwe ya di rûniştina 13emîn a Doza Kobanê de got: "Ji ber ku me qala çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd kiriye em li vir in. Ji ber ku me aştî û demokrasî parast, em li vir in. Me ev yek gelekî got, lê hûn karên ne yasayî dikin."
Di Bûyerên Kobanî de, hikûmeta Tirkiyê hem hevserokên wê demê û hem jî hejmarek berpirs û perlemanterên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)bi wê yekê tometbar dikin ku di sala 2014an de beşdarî xwepêşandanên êrîşa DAIŞê ya li dijî bajarê Kobanê yê Rovjavayê Kurdistanê bûne. Piştî wan xwepêşandan derbarê wan berpirsên HDPyî de doz hatin vekirin û hejmarek ji wan hatin destserkirin û girtin.
Di doza “Bûyerên Kobanî” de 108 kes tên darizandin, ku 22 ji wan bi aweyek girtî tên darizandin.
Roja Dûşemê 30ê Gulana 2022ê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqere 13emîn rûniştina Doza Kobanî birêveçû.
Hevseroka Giştî ya HDPê Perwîn Buldan û hejmarek parlamenterên wê partiyê û nûnerên gelek sazî û rêxistinan di rûniştina dozê de amade bûn û çavdêriya dozê kirin.
Di dozê de hejmarek berpirs û parlamenterên HDPê parastina xwe pêşkêşî şanda dadgehê kirin.
Hevseroka berê ya HDPê Sebahat Tuncel ku 6 sal in girtî ye û di doza Kobanê de tê darizandin, di parastina xwe ya di rûniştina dozê de got: "Ji ber ku me qala çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd kiriye em li vir in. Ji ber ku me aştî û demokrasî parast, em li vir in. Me ev yek gelekî got, lê hûn karên ne yasayî dikin."
Sebahat Tûncel debarê wan tawanên ku bo wan tên diyarkirin de jî got: "Hûn me bi kuştina 37 kesan tohemtbar dikin û mafê me yê parastinê jî sînordar dikin. Hûn HDPê wek sedema hemû bûyeran dibînîn. Gelo ma em welat birêvedibin ku hûn hemû pirsgirêkan dixin stûyê me?"
Tuncel got: "Partiya desthilatdar wê rojekê bê darizandin, lê ew dê bi serbilindî neçin salona dadgehê. Bi DAIŞ'ê re li hev kirin. Bila niha veşêrin, lê rastî ev e. Ev darizandin, darizandina piştgiriya gelê Kobanê û parastina DAIŞ'ê ye. Ez ê bi tu awayî destûrê nedim ku hûn axaftina min a parastinê sînordar bikî. Hûn nikarin li ser dema parastina min biryarê bidin.”
Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak jî di parastina xwe de awayê darizandinê bi hewldana îşkenceyê ji aliyê hikûmetê ve bi nav kir û got, "Em ê ti carî rê nedin ku parastina me were sînordarkirin. Em ê rûbirûyî wan kesan bibin ku mafên bingehîn û azadiyan dikin rekehan de û îşkenceyê bo me rewa dibînin.”
Parlamentera berê ya HDPê Ayla Akat Ata jî got, "Dema hûn dozê li me vedikin, em dixwazin mafên xwe yên destûra bingehîn bi kar bînin, lê hûn bersivê nadin me.Bo mînak, ez ji sala 2004an û vir ve ji bo Birêz Ocalan daxwaza azadiyê dikim, lê niha derbarê vê yekê de doz hatiye kirin."
Berpirs û parlamenterên berê yên HDPê ku di dozê de tên darizandin, di 12emîn rûniştina dozê de daxwaz kiribûn ku demê wan yê parastinê neyê sînordarkirin û di 13emîn rûniştinê de jî ev daxwaz û nerazîbûna xwe anîn ziman lê Serokê Dadgehê dawazên wan red kirin. Piştî parastinan rûniştina dozê îro bi dawî bû û sibe di demjimêr 10.00ê de berdewam dike.
Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne jî di nav de di doza bûyerên Kobaniyê de 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne. Bûyerên Kobanî ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, weke hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan.
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Yekem rûniştina dadgehê li ser Doza Kobanî, 6 sal piştî bûyeran di 26ê Nîsanê de li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê despêkir û heta niha jî berdewam e.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.