Li Stenbolê ol û netewên cuda li ser sifreyekê têne ba hev

31-05-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Stenbol Sifre Ol Netew Remezan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Di meha Remezanê de li hemû war û welatên Misilmanan sifreyên cor be cor tên amadekirin bo fitarê. Li Stenbolê jî li gelek cîhan kon hatine danîn, li meydanên bajêr fitar têne amadekirin û xelk li wan deran kom dibe. Lê li taxeke ku feqîriya koçber û penaber û bê derfetan jê radibe, sifreyeke balkêş, bi piştevanî û parvekirineke balkêştir tê amadekirin. Ji her ol û miletan xelk, bi hev re sifreya xwe li kuçeyê radixe û fitara xwe dike.

 

Tarlabaşi ya Stenbolê, taxeke li ber guhê Taksîmê, yekem rawestgeha koçber û penaberên ji çar aliyê cîhanê ye. Kuçeya ku feqîrî û belengazî ji her pace û kulekên wê difûre, ji bo fitarê tê paqijkirin û amadekirin. Piştî banga mele dê ji çendîn miletan bêmal û bê war li heman sifreyê rûnin û bifitirin. Bi vê şîva ku li vê jêrxana teng tê amadekirin.

 

Niştecîha Taxê Xezîne Çivak ji Rûdawê re diyar dike: “Em ji Mêrdînê hatin û sirgûnî vir bûn. Gundê me şewitandin ji ber wê em hatin vir. Neba gundê me xweştir bû. Ew şîv ji bo cîranan e ne ku bo min karek an tiştekî din e. Li vir herkes koçber in.”

 

Ji bo fitara li vê lengergeha koçber û xizanan ji gelek deverên Stenbolê jî xelk berê xwe dide vir. Him ji bo piştgiriyê, him ji bo parvekirinê û him jî ji bo rexneyeke li hemberî wan fitarên dewlemend û buha giran.

 

Mîne Altinok dibêje: “Ez tevî hevalên xwe ji Umraniye hatim vir. Gotin ku ew fitar li kuçeyê ye û ji bo kesên bêmal û xizan e û em hatin.”

 

Mervenûr Kiliç diyar dike: “Em bi taybetî ji bo wê yekê hatin daku zarokên me vê parvekirinê bibînin û rihê Remezanê bihîsin. Hatina vir bi rastî hesteke dilxwaşiyê ya girîng li meriv peyda dike.”

 

Ji çendîn war û welatan çendîn milet ew li heman sifreyê rûdinin û bêyî ku cudatiya rengekî hebe difitirin û duayên xwe digihînin Rebê xwe.

 

Xêrxwazê bi navê Mehmet Yeralan dibêje: “Însan ne wek berê ne. Berê piştevanî hebû lê ew nema. Her kes di malên xwe de asê maye. Ji bo vejandina wê parvekirina berê em sifre li kuçeyê radixin. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Li vir tu cudahî nîn in. Kes kesî nasnake lê her kes li heman sêniyê difitire. Xelkê taxê pêşî hinekî bi ecêbî nêzik dibûn lê niha ew jî beşdar dibin û xwarinan çêdikin. Li vir piştevanî û parvekirineke gelekî baş heye.

 

Berdevkê Piştevaniya Tarlabaşi Kadîr Bal diyar kir: “Ev heft sal in ku em vê sifreyê li vir radixin. Mebesta me ne ew bû ku em sûd ji ambîansa kuçeyê werbigirin û li cihekî servekirî bifitirin. Armanca me piştevanî û parvekirin e. Ji gelên cûda kes beşdar dibin. Misilman, Kristiyan û kesên ku ji tu tiştî bawer nakin jî li vê sifreyê rûdinin. Derdê me ew e daku em hemû newekheviyên ku li me hatine sepandin ji holê rakin û bihelînin.”

 

Piştî fitar û vê sifreya wekheviyê niha jî dema nimêjê ye. Cemaeta çermspiyan li pişt meleyekî çermreşk rêz dibe û eniya hemûyan bi hev re diçe ser heman eşhedê. Ji taxa bêwar û koçber û feqîran, peyameke giranbuha  dipeke nava vê metropola dêwendam ku ew jê jî ne hayîdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst