Davutoglu: Li gorî me pêvajo bi awayekî normal tê birêvebirin

31-05-2015
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu pêvajoya çareseriyê haberturk
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Serokwîzrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu derbarê “pêvajoya çareseriyê” de dibêje ti caran ranewestiya ye û li gor wan pêvajoya çareseriyê bi awayekî normal tê birêvebirin.

Ahmet Davutoglu, beşdarî bernameya zindî ya "Hilbijartina Tirkiyeyê ya 2015an" ya televîzyona Haberturkê bû û pirsên derbarê rojevê de bersivand.

Ahmet Davutoglu anî ziman pêvajoya çareseriyê bi demokratîkbûnê ve geş dibe û wiha domand: “Ji bo vê pêdivî bi çi hebû, çi hewce kir me bi piştevaniya kadroyên AK Partiyê kir. Dema ku serokomarê me hêj serokwezîr bû digel hemû riskan ev kir. Em jî niha digel hemû xetereyan birêve dibin."

Davutoglu got derbarê mijara Girtîgeha Diyarbekirê û îşkeceyê de jî amaje kir ku dema ku ev di sala 2002an de bûn desthilatdar, derheqê Girtîgeha Diyarbekirê de çi dihat gotin, fikr û ramanên ser wê derê çibûn wan hemû ji holê rakirin û wiha domand:

“Îşkence ket nav pelên dîrokê. Niha li Tirkiyeyê tomarek jî ji romarên îşkenceyê tune ye. Me ji bo îşkenceyê got tolerans nîşan nedin û wisa bû. Me fikr û ramanên neyînî yên ser Girtîgeha Diyarbekirê nehiştin."

Serokwezîrê Tirkiyeyê bal kişand ser mijara çekdanînê û wiha pê de çû:

"Gava gotin `em dê çek deynin` me got Tirkiye welateke demokratîk e, mirov karin li ser hemû mijaran biaxifin û diaxifin jî. Lê heke bibêjin 'ewê di destê min de çek hebe û ez kengê bixwazim dê çekê xwe bikarbînim. Heke 'ez di 7ê hezîranê de bendê derbas bikim dê çek deynim lê derbas nekim dê têkoşîna min a biçek bidome. 'Helwesta wan wiha be emê  li gor dîtina xwe pêvajoya çareseriyê birêve bibin; lê belê mixatabê pêvajoyê dê ew nebin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst