Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta AK Partiyê piştî 10 salan di cejnê de çû serdana DEM Partiyê.
Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Resul Kurt, endama MKYKyê ya Saziya Jinan a Navenda Giştî Saniye Enfiyeci û endamê MKYKyê yê Saziya Ciwanan Muhammed Abdulkadir Kadirioğlu di çarçoveya bernameyê cejnê de Navenda Giştî ya DEM Partiyê ziyaret kir.
Heyeta AK Partiyê ji aliyê Alîkarên Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan û Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyin Olan ve hat pêşwazîkirin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Yuksel Mutlu diyar kir ku ew hêvî dikin di cejnan de dayik negirîn û xemgîn nebin.
Her wiha Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Resul Kurt jî got, "Ji bo ku em bigihîjin rewşeke aram, him Serokê MHPyê him jî Serokkomarê me helwesteke mezin nîşan dan. Îmraliyê berpirsyariyeke mezin girt ser xwe û bang kir."
"Em hêvî dikin ku dayik di cejnan de negirîn"
Yuksel Mutluyê got, "Ev cejna wan kesan e ku aştiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin, dayikên wan li ser goran û zarokên wan di girtîgehan de ne.
Em têkoşînê dikin ku pirsgirêkên me bi awayekî wekhev û azad çareser bibin û em hêvî dikin cejnên wiha bên ku dayikên me negrîn û xemgîn nebin."
"Em cejneke ne xweş dijîn"
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdoğan destnîşan kir ku ew hêvî dikin ev cejn bibe ronak li ser pêkanîna banga aştiyê û civaka demokratîk û wiha got:
"Em cejneke hinekî ne xweş dijîn. Xwezî di girtîgehan de xwendekar, rojnameger nebûna, me di rojên azadtir de cejn pîroz kiriba.
Lê em bawer in ku him têkoşîna me ya aştiyeke birûmet him jî têkoşîna me ya civakeke demokratîk dê bi ser bikeve.
Hûn partiya desthilatdar in, ez bawer im hûn ji pirsgirêkan jî agahdar in.
Em jî wekî partiyeke mixalefetê di warê çareseriya van pirsgirêkan de mixalefeta xwe dimeşînin. Lê hevpariya me demokrasî ye. Siyaseta demokratîk dê li Tirkiyeyê pirsgirêkan çareser bike."
"Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê we"
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyin Olan bal kişand ser wê yekê ku ji bo siyaseta demokratîk bicih bibe berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatê û MHPyê û got:
"Ez bawer im di wê xalê de hûn jî di warê avakirina şert û mercên 85 milyon mirovên ku ji vê pêvajoya heyî bandor digirin da ku bi hev re aramtir, bi refahtir û bi awayekî wekhev bijîn, hessasiyeta we heye.
Hûn ji rewşê agahdar in, divê hûn kar û xebatên piştî vê jî bi wî rengî bi rê ve bibin.
Wek ku min berê jî rave kir, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê we. Em jî helbet wekî mixalefet dê hewl bidin tiştê ji destê me tê bikin."
"Îmraliyê berpirsyariyeke mezin girt û bang kir"
Parlamenterê AK Partiyê yê Semsûrê Resul Kurt, behsa pêvajoya ku bi banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiriye kir û wiha got:
"Bi banga birêz Devlet Bahçelî, bi piştgiriya mezin a Serokkomarê me û bi banga Îmraliyê ya ji bo çekdanînê ji bo parastina aştî û azadiyan û ji bo ku welatê me bigihîje rewşeke aram, li cem civakê bersiveke erênî dît.
Ez hêvî dikim ev herêm ne bi xwîn û hêsirên dayikan, lê bi aram û dilxweşiyê... Ez bi dilsozî vê dibêjim, êdî tevahiya civakê aramiyê dixwaze.
Ji bo ku em bigihîjin rewşeke aram, him Serokê MHPyê him jî Serokkomarê me helwesteke mezin nîşan da.
Îmraliyê berpirsyariyeke mezin girt ser xwe û bang kir. Divê ev bang di civakê de bersiv bibîne, divê êdî di vê demê de ne çek, lê aştî, dostanî û kulîlk bên axaftin, divê were misogerkirin ku mirov bi aramî herin kar û bar û karûbarên xwe.
Ez hêvî dikim ku ev pêvajo di demeke kurt de bê temamkirin. Tiştê ku welatê me dikare di vî warî de bike tên kirin
Di vê mijarê de jî, ez hêvî dikim ku partiya we jî wezîfeya xwe pêk bîne û di vê pêvajoyê de encamek were standin."
Kurt diyar kir ku standina encamê di demeke kurt de dê gel kêfxweş bike û got:
"Hêviya me hemûyan êdî ev e ku ne çek, lê mirov biaxivin, çek bi temamî werin terkkirin û rêxistin xwe fesh bikin.
Hêviya me ev e. Hêviya civakê ev e. Ez careke din ji bo pêşwaziya we ya nazik spas dikim."
"Gavên ku AK Partî û MHP biavêjin gelekî girîng in"
Endama DEM Partiyê Yuksel Mutluyê got ku gavên ku AK Partî û MHP piştî vê dê biavêjin gelekî girîng in û diyar kir ku civak di nava hêviyê de ye.
Mutluyê ji heyeta AK Partiyê re ragihand ku daxwazên civakê çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêka xizaniyê ya li welat, valakirina girtîgehan di demeke nêz de, azadkirina ciwanan a ji girtîgehan di demekê zû de û bidawîbûna kuştina jinan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse