Erdogan: Dema çek nemîne dê hêza siyaseta sivîl zêdetir bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, “Dema ku bandora çekan nemîne, dê hêza siyaseta sivîl a çareserkirina pirsgirêkan zêdetir.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya Cejna Remezanê ji rêxistinên AK Partiyê re peyamek şand û cejna wan pîroz kir.
Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de behsa mijarên siyasî û pêvajoya çek danîna PKKyê kir.
Erdogan wiha got:
“Em dê ji bo armanca Tirkiyeya bêteror bi biryardarî bimeşin û bi hev re welatekî geşdar ku Tirk, Kurd, Ereb û Elewî bi hev re di nav aramiyê de bijîn ava bikin.
Tirkiye ê bi fesixkirin û radestkirina çekan a rêxistinê ji qeyd û benda ku 40 sal in bi lingê wê ve hatibûn girêdan rizgar bibe.
Dema ku bandora çekan nemîne dê hêza siyaseta sivîl a çareserkirina pirsgirêkan zêdetir bibe.
Dê ji vê yekê jî demokrasî û 85 milyon welatiyên me sûdê bibînin.”