Bahçelî: Divê edalet û wekhevî bibin bingeh

31-03-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Nû PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdada) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, “Divê bi reformên berfireh yekîtiya me ya neteweyî bê xurtkirin, edalet û wekhevî bibin bingeh.”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ragihand, divê PKK xwe bi hemû pêkhateyan hilweşîne û bi hilweşandina PKKê re li Tirkiyê rojeke nû hiltê.

Devlet Bahçelî derbaê pêvajoya çareseriyê de ji medya nêzîkî partiya xwe re axivî. Bahçelî got:

“Hedefa `Tirkiyeya bêteror` hindik maye bibe rastî. Li Tirkiyê yekitiya neteweyê tê avakirin û aştî û aramî mayînde dibe.

Li welêt jiyaneke nû ya siyasî û civakî pêk tê.”

Bahçelî da zanîn ku ew bangî herkesî dikin ew paşeroja pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin.

Bahçelî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wekî “dîrokî” bi nav kir û ragihand:

“Piştî bangê gel bi hêvî bendewariyê dike. Di destê me de ye em vê bendewariyê veguherînin kêfxweşiyê, ne ku xemgîniyê.

Tirkiyeyeke bêteror dê bibe Tirkiyeyeke ku demokrasî lê xurtir bûye. Di serdemeke ku cîhan ji nû ve tê rêkxistin, pêkan e ku ev geşedan ji bo Tirkiyê bibe derfetek.”

“Divê PKK xwe bi hemû pêkhateyan ve fesx bike”

Bahçelî dîsa banga xwefesxkirinê li PKKyê kir û got:

“Ji ber vê yekê divê gelek dînamîk bi baldarî bên birêvebirin. Di serî de divê wekî ku Îmraliyê bang kiriye çek bên danîn, PKK bi lez kongreya xwe li dar bixi û xwefesxkirina bi hemû pêkhateyên xwe ve bi cih bîne.”

“Divê edalet û wekhevî bibin bingeh”

Devlet Bahçelî derbarê gavên bên avêtin jî got:

“Divê bi reformên berfireh yekîtiya me ya neteweyî bê xurtkirin, edalet û wekhevî bibin bingeh.”

Bahçelî banga destûreke nû kir û ragihand, “Em destûreke nû binivîsînin ku herkes xwe di nav de bibîne.”

Bahçelî herwiha dibêje, ji bo xurtkirina aştiya civakî û kêmkirina cudakariyê, divê aliyên siyasî zimanekî giştgîr û berfireh bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst