Serokê YSKyê derbarê encamên hilbijartinan daxuyanî da

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye Ahmet Yener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener derbarê hilbijartinên şaredariyan got, "Vê gavê ji sedî 51,2yê sindoqan vebûne. Herikîna daneyan jî didome."

Serokê YSKyê Ahmet Yener daxuyanî da karmendên çapemeniyê û ji ber ked û xebata wan, sipasiya serokên lijneyên hilbijartinê yên parêzgeh û navçeyan, personelê YSKyê û nûnerên partiyên siyasî kir.

Yener herwiha spasiya karmendên çapemeniyê jî kir ku hilbijartinê dişopînin û wiha got, "Vê gavê ji sedî 51,2yê sindoqan vebûne. Herikîna daneyan jî didome."

Yener got ku ew hêvî dike, encamên hilbijartinê ji bo hemû partiyên siyasî û gelê Tirk bi xêr be.

Yener pirsa rojnamegeran a "Gelo encameke berwext dê were eşkerekirin?" wiha bersivand:

"Herikîna daneyan didome. Îro daxuyaniya me ya dawiyê ev e. Di nava rojê de, sibê dibe ku em li gorî encaman nirxandineke giştî bikin."

Yener got, derbarê rêjeya beşdariya hilbijartinê de jî dibe ku ew sibê agahiyê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst