Erdogan: Van her du hilbijartinan em westandin

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan li ser hilbiijartinên herêmî got, "Înşelah ji bo welatê me, ji bo gelê me encameke bi xêr derkeve."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi hevjîna xwe Emîne Erdoganê re li Dibistana Navîn a Saffet Çebiyê ya li Uskudarê dengê xwe da.

Erdogan piştî dengdanê daxuyaniyek da rojnamegeran. 

Erdogan bi bîr xist ku demek kurt berî niha hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê hatin îcrakirin û got ku îro jî hilbijartinên xwecihî tên kirin. 

“Ev hilbijartin dê bibe wesîleya heyameke nû”

Erdogan got ku hilbijartinên ku li pey hev di demeke ewqasî kurt de hatin kirin, gel jî westandiye û ew jî westandine û wiha axivî: 

"Demeke kurd beriya niha me hilbijartinên parlemento û serokkomariyê pêk anîn.

Em îro hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk tînin.

Van her du hilbijartinan gelê me westand û em jî westandin ji ber ku me kampanyayeke gelekî têr û tijî derbas kir.

Piştî vê kampanyayê jî îro bi pêkanîna hilbijartinan ve înşelah wisa difikirim ku dê di hilbijartinên xwecihî de ji bo welatê me, gelê me encameke bi xêr derkeve.

Ev hilbijartin di pêvajoyeke nêzî hev de dê bibe wesîleya heyameke nû.

Ji aliyekî ve hilbijartina parlamenteriyê û serokkomariyê ji aliyê din ve hilbijartinên herêmî, ez hêvî dikim ku ew bibe sedema destpêka serdemeke nû, sedsaleke nû li welatê me.

Ez li ser navê xwe û hemû hevalên xwe yên ji partiyê ji ber dilsoziya ku wan nîşan daye spasiya gelê me dikim.

Bi vê minasebetê ez spasiya hemû hevalên xwe yên lijneya sindoqan dikim.

Ez spasiya hemû hevalên xwe yên mensûbên lijneya sindoqan dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst