Berdevkê AK Partiyê: Em êrîşê û Akşener şermezar dikin

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Stenbol Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk Meral Akşener Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî derbarê êrîşa dijî avahiya Serokatiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê de daxuyaniyek da û got: “Ew li dijî hemû tacîz û êrîşên dijî saziyên siyasetê ne û ligel êrîşê Akşener jî şermezar dikin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê êrîşa îro û daxuyaniya Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener de peyamek belav kir û nerazîbûna xwe nîşan da û got, ku zimanekî provakatîf hatiye bikaranîn.

Çelîk di peyama xwe de dibêje: “Em dijî hemû êrîş û tacîzên li ser saziyên siyasetê ne. Ti êrîş û provokasyon naghên armanca xwe. Piştî êrîşê gotinên Birêz Akşener yên Birêz Serokkomarê me sûcdar dike provokatîf û ne dicih de ne. Em wî zimanê ku Akşener bo Serokkomarê me bikaraniye şermezar dikin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di demeke kurt de dê kesên êrîşkar bên girtin. Soylu dibêje: “Êrîşa dijî avahiya ÎYÎ Partiyê provokasyoneke. Ji bo zelalkirina bûyerê polîsên me li ser kar in. Lê bê ku sedema êrîşê bê zelalkirin, tohmetbarkirina aliyekê provokasyon e.”

Meral Akşener piştî êrîşa li dijî avahiya partiya xwe ya li Stenbolê, li cihê bûyerê daxuyaniyek dabû û bang li Erdogan kiribû û gotibû, ew natirse.

Herwiha Akşener ji bo Erdogan gotibû ku ew ji wî re nabêje "Serokkomar" û gotibû: “Recep Beg, di dema desthilata te de, tiştekî ku min nedît nema. Lê dê her tişt biguhere. Asabên te têkçûne. Meh û nîvek maye, te hê nû fêm kir ku tê biçî. Li cihê ku ti ji bo wan kesên li derdora xwe aciz bibî li ser me xwe aciz dikî, lê tu nikarî ji vê yekê birevî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst